bi xatira te dayê va zê herim
hêsra nebar ez bi gorî tebim
bav û bira ketin xem û xeyala
neçe ji bo yazdan gula mala
xuşka dil birîn hêsra di barîne
weyla li min dibêje dilorîn ne
min berê xwe da yazdanê mezin
çima li çîhan kocerî para min
dijmin ji welat dorxestem bi xapîn
cêbûn di dil de sed û sed golê xwîn
ez der ketim ji mal û ji bajarê xwe
can tenê derket lê raman li rex we
lê ez çibkim hîn dibê aramê dîn
ne dînim lê xerîbiye kerimê dîn